Şiîrên Bijarte

Vladimir Mayakovski

Şiîrên Bijarte Sözleri ve Alıntıları

Şiîrên Bijarte sözleri ve alıntılarını, Şiîrên Bijarte kitap alıntılarını, Şiîrên Bijarte en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Wek ku tê gotin "êdî lîstik qediya"
Karê Mayakovskî yê dawî, nama wî ya dawî bû. Dozdehê mehê nivîsîbû, lê kirina xwe nekiribû. Bi dû re, du caran li nama xwe zêde dike û çardehê mehê kirina xwe dike. Tê gotin ku di kirina xwe de bi şik bû. Name wilo ye: Ji bo we hemûyan Ji bo ku ez dimirim, tu kesan tawanbar nekin û paşgotiniyan nekin, tika dikim. Ez qet ji tişten wilo hez nakim, hûn dizanin. Dayê, xuşkino û hevalno, bibihurin. Ev ne rêyeke xelasiyê ye, ez şîreteke wilo li tu kesan nakim, lê ji bo min bi xwe tu mecal û tu rêyeke din nemabû. Lîlya, tu ji min hez bike! Heval hukûmet, Lîlya Brîk, dêya min, xuşkên min û Veronîka Vitoldovna Polonskaya, endamên malbata min in. Hêvîdar im tu dê jiyaneke mirovane bidî wana, spas. Helbestên nîvcî bidin malbata Brîk, ew ê ji wana fam bikin. Wek ku tê gotin "êdî lîstik qediya" di nav ava jiyana nizm de keştiya evîndariyê hilweşiya. Êdî ez û jiyan ji hevdû xelas in û sedema ku hûn rabin li jankêşiya min li kul û xemên min û li pevçûnên min bikolin tune ye. Dilgeş bijîn. Vladîmîr Mayakovskî 12- 4-1930
Êşa di dil de tu caran namire her xelekan çêdike û zincîrê dihûne.
Reklam
Bibêjin, ma we diye bê kûçik destê ku lê dixe çawa dialêse!
İcarê tilîkên min li serê zinarê bêhêvîtiyê dans dikirin, bi lîstikxwaziya xwe, şîna min rezîl kirin.
Hûn pîrekên ku ji goştê min hez dikin, Lêtu jî, tu keçika ku bi çavên biratiyê li min dinêre, kenê xwe tevî bi ser min helbestvanî de bibarîn ez ê wek gulan bi qutikê xwe yê tewtewan ve bidrûm!
Çima Mayakovskî xwe kuşt? Osîp wilo dinivîse: "Me texmîna tiştekî wilo nedikir. .." Lê rastî ev e ku, "xelk xwe ji bo du tiştan nakujin: ya ji ber ku ji wan astengên li pêşiya xwe, ji wan astengên ku dikin wana hilweşînin xurttir in, ya jî ji ber ku qet tu caran tu astengan li pêşiya xwe nabînin."
Reklam
107 öğeden 191 ile 107 arasındakiler gösteriliyor.