Çiqas cilên keçikê kin bûna, min digo qey ew qasî têgihîştî û bajarvanî ye jî, lê hêdî hêdî keçikên ku çariyan diavêjin ser rûyên xwe bi min çêtir bûn ji vanê çarî li ser mejiyên wan bû û ji derve de cil kin bûn.
Ji ber ku temenê xwe di karê sîyasî de qedandîye, dikarîbû Savar li ber dilê min bike şekir. Digot, mezinbûna temen "teqtîk" e di "stratejîya" zewacê de.