Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Spîtama

Rênas Jiyan

Spîtama Gönderileri

Spîtama kitaplarını, Spîtama sözleri ve alıntılarını, Spîtama yazarlarını, Spîtama yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
244 syf.
9/10 puan verdi
Spî-Tama
Ji ber ez Rênas Jiyan weke helbestvan zanim an jî ji ber tiştekî dinê bû nizanim lê destê min nedîçû vê pirtûkê û min her tim wê dihişt wexteke dinê. Lê dema min dest bi romanê kir min fêhm kir ku min xetayeke mezin kiriye. Ji ber ku ji pelên ewil de pirtûk mirov dixe kelecanê û zimanê wê jî pir herikbar e. Mijarên pirtûkê Pêxembertiya Spîtama û şerê Îranî û Tûranîyan e. Nivîskar xweş li hev aniye. Ez bawerim dê pêşerojê pirtir bê xwendin. Ji bo pirtir neyê xwendin tu sedem tune ye. Ez zêde behsa naveroka wê nakim. Bixwînin û bibînin!
Spîtama
SpîtamaRênas Jiyan · Belkî Yayınları · 201827 okunma
Hooo tarîyo, ev zik ne ew zik e ku ji qulkirina şûrê te bitirse! Hooo tarîyo ev stû ne ew stû ye ku ji tirsa jêkirina şûrê te bitewe! Na tarîyo na! Ev serî jê dibe, lê li ber tarîyê natewe.
Reklam
Ahûra Mazda ji Pêxemberê Xwe ra dibêje:
"Lê ji bîr neke Spîtama, ji bo min a girîng ne ew e ku mirov ji kîjan fikrê, ji kîjan olê, ji kîjan mezheb û bîrdoziyê be. Dîn û baweriya mirovekî çi be, ji bo min ne ewqas girîng e, ger ew yekî ronî be û dijberê tarîtiyê be ji bo min bes e, mirovê dijberî tarîtiyê li ser kîjan dîn û baweriyê be jî, li cem min û di bihûşta min de ciyê wî heye."
Sayfa 24
- Ma tiştekî kem heye ? “Ere” -“Çi Spîtama çi “ -Tiştekî pir giran Maîdyo “Çi spîtama çi ? -Xatirxwestin…
244 syf.
10/10 puan verdi
·
40 günde okudu
Ev ne pirtûk e , ev ji pirtûkekê zêdetir e û pirtûkeke pîroz e . Di hundirê vê pirtûkê de min xwe dît û di nava wê de , di nava her tîpên wê de ez dibişir îm . Ez ji bo vê pirtûkê çi bêjim û çi qasî jî pesnê wê bidim jî hindik e . Tenê bi awayekî kin ez dikarim bibêjim ku helbest e ev pirtûk . Dibe ku em romanê dixwînin lê gava ku mirov dikeve nava kurahîya wê bi mirov mîna helbestê tê û mirov pê kedî dibe.. Hûn û pênûsa xwe her hebin mamoste Rênas Jiyan , hûn Spîtama yê min in . Bi silav , hurmet û bi rêzdarî we bi bîr tînim . Emirê we bêdawî be..
Spîtama
SpîtamaRênas Jiyan · Belkî Yayınları · 201827 okunma
" Ax Spîtama , tu çiqasî xweşik î , Spîtama ! Ez bi heyrana vî rûyê xweşik bim , Spîtama ! Bêhn bike Spîtama , bêhn bike ! Agir bêhn bike , hewê bêhn bike , keviran , avê , ba , axê bêhn bike . Êdî jiyana te ya dinyê diqede , pişika xwe bi bêhna dinyê dagire ; lê di pişika xwe de cihê bêhnekê vala bihêle , ji ber ku tu yê herî cem Xwedê û tê wî jî bêhn bikî . Bêhn bike Spîtama , daran , kulîlkan , ajalan , hesinan , dîwaran , geniman bêhn bike . Bêhn bike û ji dinyayê xatir bixwaze . "
Sayfa 243Kitabı okudu
Reklam
Xweda stran e Jamaspa , em stranbêjên wî
Sayfa 191Kitabı okudu
187 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.