En Eski Tarixa Edebyeta Kurdi - Kürt Edebiyat Tarihi Sözleri ve Alıntıları
En Eski Tarixa Edebyeta Kurdi - Kürt Edebiyat Tarihi sözleri ve alıntılarını, en eski Tarixa Edebyeta Kurdi - Kürt Edebiyat Tarihi kitap alıntılarını, etkileyici sözleri 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Xwerina min îro jehra mêr e, şêrîna nehat
Birine min a kevin hat jan, melheme birîna min nehat
Min xew xwar, xew jî xwîna cegera min xwar
Lewma girîyan, çend bi çend hêsira min a xwîn nehat.
Kurdî
Dil û hinar birîndar e;dil xemgîn e bê te,
Serê min gêj e, canê min bê can e bê te,
Xewa min bêhişî ye, bergê min palas e
Xureka min xwîn e, şadîya min şîn e bê te
Kurdî
Bêhûd
Jî wî rojê çûye, xeyîdîye dilê min,
Çi qas digirim, bê serî û bê şûn maye dilê min,
Ax li çi şaxê agir lê ketiye dilê min,
Ax li çi daxe sotî û şewitî ye dilê min.
Selam
Feqîr û hejar im, kesas û kilûl,
Bê têr û birçî, cîyê min deşt û çol,
Xulamê axê bûm heft salan temam,
Zevî, deşt û dol jê re dikola
Bi heqê mehê, an bi kirêkarî dimam,
Carinan bê pere û parî nan.
Dile min xemgîn e, dilê min xemgîn e,
Heke xemxwarî î, were, min bibîne,
Xwedêyo, bo çi tê ew dil da min?
Eşqê xem divê û heyetê xweş,
Agir di dil de çawa dadipoşî?
Pîremêrd