Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Cîld #2

Tarixa Kürdistan

Cegerxwîn

Sözler ve Alıntılar

Tümünü Gör
hewceye ku wisa be
di serê pêşî ji serxwebûna miletan de her milet mêr û gernase,
Sayfa 16
Cografîya Kurdistan
Kurdistan, ji du gotinên kurdî(Arî) bi hevve hatiye danîn; Kurd, ko bi daxwaza "Gernas" hatiye û navê miletekî Ariye, ko di berî îslamêde yek ji çar perçên miletên Îranî bû: Kurd, Faris, Cîl û Deylem bûn û ji kevnarede di sînorê Ereb, Faris, Aşûr, Elam, Ermen de, yan di nêreka çiyayên Zagrosde hatiye xuyakirin. Di îrode jî, hêj di van cihande perçe perçe bindest dijî. "Sitan", ko bi daxwaza Asitan cî şûn hatiye danîn. Weke, Kurdistan, Ermenistan, Gurcistan ,Turkistan, Erebistan, Pakistan, Hindistan, Efxanistan, Bilocistan û hwd.
Sayfa 3
Reklam
Hizan, Hêzan , Xêzan
Şerefxan bi navê Hêzan dinivîsîy û dibêjî, Hêzan bi Farisî navê meha payîzê ye û bi Kurdî navê kuflete û Xêzan bi daxwaza reben, belengaze û Şerefxan dibêjî Seherxêzan, bi Farisî ewê ko bi şev ranakevî , xew nakî , yan ji reben hatiye.
Sayfa 69
Çîleka min Melayê Cizîrî:)
Melayê Cizîrî ji welatê Kurdistan re dibêjî : Şebçiraxê şebê Kurdistan im Gulê îremê baxê Botan im !
Sayfa 4
Lekistan
Bi kurtî eşîrên Lek, li rajorê rojhilatê Loristan cîgirtine û ji vê hindamê re dibêjin Lekistan, di îro de sala 1914 z de Elînezerxan, fermandarê Eşîrên selsele û Delefan û Tîrhane, Herwekî herdiwên dawîn ji Alêheq-Raf idiyîn têne jimartin, Gurzon, di Daîretûl Meariful tslamîye de dibêjî; Di sala 1298 koçî de, ,ya 1881 z, de jimara xelkê Loristan, bîst û yek hezar û nehsed û not û neh(21,999) mirov bûn û 17 hezar Bextyarî ne û çarde(I4) hezar Kohgilowî ne û Fîlî dused hezar mirovin.
Sayfa 62
Şerê Îbrahîm Paşa û Azadîxwazan
Çawa azadîxwazên tirk zor dane Abdilhemîdxan, padîşahê kevneperest han û hawara xwe bire çend paşayên Kurdistanê. Îbrahîm Paşa, Seyfidîn Paşa, Mistefa Paşa, Kor Huseyn Paşa tenê ji tevan bêtir baweriya wî bi kurê wî Îbrahîm Paşa dihat û paşa xwest, ko di pingava sipî ve herî Asitanê û padîşahê Îslamê ji tengasiyê xelaskî, lê negiha daxwaza xwe û hêj li Şam bû azadîxwazan Abdilhemîdxan girtin û xistin zindanê, hindik mabû, ko Îbrahîm Paşa, li Şam bigrin, lê Abdirehman Paşa yê Kurd , paşa bire mala xwe û şîvek dayê û çîrok jêre got û paşa leşkerê xwe ji nav bajêr derxist û çûne derê bajêr û bişev ji Dimişqê bazdan û berê xwe dane welatê Cizîrê, li rê çi gund û bajarên, ko ketin riya wan talankirin û leşkerê tirk ji Heleb, Reqa, Mardîn, Mûsil derketin u hatin pêrgî paşê Mila û şer hawîr destpêkir û paşa bi siwarî bi leşkerê xwe vedi ava çemê Ferat derbas bûn û yek siwar tenê di avê de mir û ên mayîn bi lingê hespa xwe gihandin Wêranşarê, paytexta Milan, lê hew ji lewra naçare koçemal berê xwe dane Çiyayê Şengalê Sencar .
Sayfa 90
Reklam
Îbrahîm Begê Millî
Ji wê rojê de îbrahîm Beg, bi camêrî karê welat û milet û eşîra Milan û kurd û erebên xwe pêgirtî bi pêşve dibirin û xweş li hev radigirtin û pêşve dibirin. Herwekû bi dewletê re herdem bi xweş û bêş çax û demên xwe derbasdikirin, Sînorên derebegiya xwe ji destê dijmina diparastin, lê dawî serê xwe danî û koça xwe û vê cihanê barkir û çû,
Sayfa 85
100 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.