Kurdistan, ji du gotinên kurdî(Arî) bi hevve hatiye danîn; Kurd, ko bi daxwaza "Gernas" hatiye û navê miletekî Ariye, ko di berî îslamêde yek ji çar perçên miletên Îranî bû: Kurd, Faris, Cîl û Deylem bûn û ji kevnarede di sînorê Ereb, Faris, Aşûr, Elam, Ermen de, yan di nêreka çiyayên Zagrosde hatiye xuyakirin. Di îrode jî, hêj di van cihande perçe perçe bindest dijî. "Sitan", ko bi daxwaza Asitan cî şûn hatiye danîn. Weke, Kurdistan, Ermenistan, Gurcistan ,Turkistan, Erebistan, Pakistan, Hindistan, Efxanistan, Bilocistan û hwd.