“Seyê Eshabê Kehf Qitmîr, ji ber ku bi sadiqan re
bû, şerefeke mezin qezenc kir; navê wî kete Qur’ana
Pîroz. Jina duyema Hezretê Nûh û jina Hezretê Lût
jî ji ber ku dilê wan bi fasiqan re bûye, ew ji bo
Cehennemê dûçar bûne. [Pêğemberbûna mêrê wan jî feyda nedaye wan.]”
Em nimûneyeke din di bara îdrak-kirina îslamê di nav tevahîya “şerîet, terîqet, heqîqet û marîfet”ê de wiha îfade bikin;
• Di şerîetê de xwarin di piştî têrxwarinê de
îsraf e.
• Di terîqetê de xwarin heta bi têrxwarinê îsraf e.
• Di heqîqetê de bi qasî kîfayetê û di hizûra
Xuda de wek ğafil xwarin, îsraf e.
• Di marîfetê de bi îlawe li ser van tevan, bêyî
tefekkur-kirina qudreta îlahî û tecellîyatên esmayên
wî di nîmetan de xwarin, îsraf e.
Lewra her yek ji heyberên ku hatine aferandin ji mîkroyê heta bi makroyê ji bo ezamet û qudreta bêdawîya Aferînerê xwe delîlek e.
Mezinê me Pêğember, di hinek dûayên ku piştî
nimêjên şevê dikirin de wiha nîyaz dikir, digot:
“Xudayê min! Ez ji te rehmeke wisan dixwazim ku
tu wê ji cem xwe didî, vêca tu bi wê rehma xwe;
dilê min pê hîdayet bikî,
karên min pê kom bikî,
bela-wela-bûna min pê bixî nîzamê,
îmana kamil pê bidî rûhê min,
emelê salih ji bo zahirê min [lutf bike],
temîzî û îhsanê ji bo emelên min îhsan bike,
îstîqameta ji bo riza’ya xwe mûnasib ji min re
îlham bike,
dostê ku hogirîya min pê were ji min re lutf bike,
û min pê ji her xirabîyan biparêze!”¹²⁹