Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Sözler ve Alıntılar

Tümünü Gör
Her kiyê ku rû ji evî erdî bade, rûyê wî wê reş be. Her kiyê ku bêbextiyan li evî erdî bike, ax û ava reş ê di çavên wî de were û ew ê têr nexwe. Her kiyê ku zimandirêjiyê li vî erdê bike, ziman di devê wî de biwerime û deng ê neyê. Her kiyê ku destdirêjiya evî erdî bike, dest û piyên wî ê bişkê û ê têkeve ber destan. Her kiyê ku bike Îzet-î nefsa evî erdî bilize, ew ê rezil û ruswayî alema jêr û jor bibe.
Sayfa 80 - Weşanên PeywendKitabı okudu
Kîteba evîna ilahî
De îcar van ciyan,van dar û van keviran bi hezarên salan nan û av dan me me re bun sitare, ya ketbê evîna ilahî!
Sayfa 73 - Weşanên PeywendKitabı okudu
Reklam
...li aliyekî rastî ji derewê direve û li aliyekî jî derew ji rastiyê ditirse.
Te bersiva min neda, ya ciwanmêr...tu behsa Beko dikî lê...lê ez sê û sê caran bi vê axa Cizira Botan sond dixwim ku anuha Beko li vir bûya , hay ji vê rewşa îro hebûya , bizanibûya gelac bûne bizre pirparê û li vî erdî reşiyane, ew ê bi dilverişîn li xwe mikur bihata û bigota: Ez ji gelac û şalusên îro re şêkalan rast dikim, wî e bigota bi gelaciya xwe ez avê destên wan dikim.
Sayfa 55 - Weşanên PeywendKitabı okudu
Xwedê hinek ji axê, hinek ji rêxê çêkirine, ewqas!...
Bajarê me êdî ne bajarekî mezin û pir giran e, Êdî ne li ser heft çiya ne, Êdî ne li ser sêsed û şêst û şeş deriyan e, Her deriyek êdî ne li ser sêsed û şêst û şeş wîlayetan e, Her wîlayetek êdî ne li ser sêsed û şêst û şeş midiriyetan e.
Reklam
Te pirsa min kir,ya Delyanê delal, te pirsa min kir ka ez kî me...... bila li te nebe mereq, ez Beko me....Bekoyê Ewan.
Sayfa 67 - Weşanên PeywendKitabı okudu
100 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.