Dema ku em ji bajarê Xoyê ber bi Selmas û aliyê din jî ber bi Makoyê ve diçûn, ji dûr ve çiyayê serbilind ê Agirî bi mêzera* spî ya berfê derket beriya çavên me. Pêşawa Qazî Mihemed bi dilekî tejî êhsas du caran wiha kerem kir:
"Silav li te ey Agirî, Silav li te ey Agirî!"
mêzer: laçik