Beg û şêx û axa weki mar û mişk
Bi dijmin re hevkar û hevpar û pişk
Şiyar bin, li kar bin wekî pehlewan
Bixwênin, bibênin çi ye ev cihan?
Bi rist û bi tektik û zanin û jir
Werin şer, bi hev re bi halan û qîr
Cihan renge bûk e, çi şêrin jin e
Bizanin qelen, xûrtî û xwendin e