( 26 avrêl 1893 Stenbol – 15 Tîrmeh 1951 Şam )
Neviyê Mîrî Botanê Bedirxan Beg û kurê Emin Alî Bedirxan bû. Rûsî jî di nav de bi 7 zimanan dizanî. Dîplomat û zimannas bû. Di sala 1931ê de yekemîn alfabeya kurdî ya Latînî nivîsiye û bi dehan berhem veguhestine vê elfabêyê . Yekemîn serokê tevgera Xoybûnê bû .Ew nivîskar, sponsor, afirîner,wergêrê kovara Hawarê û sinifdarê rêzimana yekemîn a kurmancî bû kedkar û xwediyê rojnameya Kurdî Ronahî û kovara wêjeyî ya Kurdî Gelawêjê bû. Pişta wî ji rastkirina nameyan a di çapxaneyê de him bibû. Nivîskarê 5 pirtûkên hêja û edîtorê ferhenga Fransî-Kurdî bû. Organîzatorê konferansa Kurd a Beyrûtê bû û mîrîtiya dawî ya ku ji bo Kurdistana têkbirî heq îdîa dikir bû . Ev hemû di sirgûn û xizaniyê de kir. Kurdistanî divê vê mîrê xwefedar û rewşenbîr rast nas bikin û bi bîr bînin.