Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur
Profil
Xwe xapandin
“Carinan jî masî xwe li şewkê dadiliqîne, lê tu dibêjî qey te ew girtiye.” "bazen de balık asar kendini oltaya ama sen tuttuğunu sanırsın"
Dema mirov ji yekî hez dike,Her tiştî wî/ê mirovê/î bi te re gelekî hêsan tê , dibe alava kêfxweşiyê û dibe stargeha dilşadiyê. Lê dema ku tu şaşî ya wî/ê mirovê/î dibînî anjî ew mirov bi bîryareke yek alî ji te vediqete, wê demê çî yê wê/î mirovê/î li cem te hebe , hemû tenê dibin astengî û barên giran .
Reklam
Bendikên astengiyê biqetînin.ew tenê rê li ber jiyana we digrin ,we di nav ramanên vala de dixeniqînin. Dema we dît , ji we re dibe bargiranî,li ser pişta xwe daxînin . Dema ku tenê bû deng û ziyan da guhên we , destên xwe bidin li ber guhên xwe. Dema ku got Tenê ez , wê/î tenê bihêlin da ku di tenêtiya xwe de bifetise. Ji bîr nekin ezîzno ! Ti tiştek , ti kesek ji we girîngtir nîne. Jixwe ku tu hebî girîngiya wan tişt û kesan heye .