Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Profil
112 syf.
9/10 puan verdi
Ev dibê sê car ez vê pirtûkê dixwînim. Bi kurdî cara yekem bû. Her ez dixwînim demekê di bin tesîra wê de dimînim. Berî ez behsa pirtûkê bikim ez dixwazim bibêjim min wergera Xalis Xerzan gelekî eciband. Hin peyvên bi min biyanî hat hebûn lê bi gelemperî min pirtûk bi kêfxweşî xwend. Wergêr karekî hêja kiriye. Pirtûk Piştî krîza aborîyî an 1929an de gelek pirsgirêk li Dewletên Yekbuyî yên Amerîkayê derdikeve. Veke her tiştî ev arîşeya jî ji her kesî pirtir feqîran diêşîne. Pirtûk li ser gelek mijarên giring disekine. Karakterê reşik, nêrîna Amerîkayê a li ser mirovên çerm reş tîne ber çavan. Li gor min nivîskar bi vê pirtûkê haziriya pirtûka "The Grapes Of Wrathes" - Tiriyên Xezebê - dike. Ji ber ku di pirtûka Tiriyên Xezebê de pirtir li ser mijara bêkarî û nijadperestîyê tê sekinandin. Lê em mijarê bidin aliyekî, ev pirtûk tenê ji bo karakterê Lennie Small bi me dide nasîn hêja ye xwendiê ye. Dibêjin dema dawiya pirtûkekê bi xerabî xelas dibe bandorê pirtir li ser mirov dihêle. Bi rastî jî werê ye. Ez cara sêyemîn dixwînim lê min vê carê jî xwest Lennie Small bibe xwedî Çewlîg û tê de keroşka xwedî bike. Lê mixabin...
Mişk û Mirov
Mişk û MirovJohn Steinbeck · Lis Yayınları · 2010171,5bin okunma