Dunya û jiyan bi xwe destpê dike.
Zimanê xwe
Nasnama xwe
Netewa xwe
Welatê xwe
Yê nebe Xwe dibe xerîbê xwe.
#XwebunXwenasine
#XwenasînXwebûne
Newaf Mîro
Tu bibe bihar
Ez kulîlkên baxçe
Tu bibe havîn
Ez jî germahiya te
Tu bibe payiz
Ez pelên zêrîn
Tu bibe zivistan
Ez jî berfe te
Tu bibe jiyan
Ku ez jî bijîm!...
Karînê Osêyan
Colemêrg 2024
Hezkirina te
Dilopek baran e
Bi ser gula de bariya
Bê minet!
Tîrêja rojê bû
Ronahî da gul û mêrga
Bê minet!
Gul bişkîvîn
Şax û bêhnvedan
Bi min re keniyan
Bê minet!
Newaf Mîro
Êvarek ketin rê ji bo xwe bigîhînin berbangê
Êvarek bûn stêrk biriqîn li ezmanê dil û daketin qada cengê
Êvarek hîştin li pey xwe û
bûn tîrêj û tîn dan welatê rojê....
C. Xinzor
Colemêrg 2024