Min got.
Dayê, dilê min diêşe
Hêstir ji çavên min dibarin.
Ji min re got.
Delala min, bikene
Bila çavên te biberiqin
Da ku êşa dilê te şerm bike....
Karîna Osêyan
Tu bibe bihar
Ez kulîlkên baxçe
Tu bibe havîn
Ez jî germahiya te
Tu bibe payiz
Ez pelên zêrîn
Tu bibe zivistan
Ez jî berfe te
Tu bibe jiyan
Ku ez jî bijîm!...
Karînê Osêyan
Colemêrg 2024
Ar di dil de ye ar
Arekî dîn û har
Ar li dil bûye bar
Şewatek dilsar
Bê fêde û bê kar
Poşman dibim her car
Dem û dewran dibe zar
Li duşeşė zare zar
Ji nav ar dertė kormar
Bi ber dil ve tê, xare xar
Dilė reben û jar
Ji tirsa dibe pare par
Her parek ji dojehekė re dibe yar
Dojeh ji dil re dibe war
Hey hey are dijwar
Naėşi bi dilė stuxwar
Derkeve ji vê rêya xwar
Te mejiyê min xwar
KEVİRÊN KERENKOTÎ-MUSTAFA ACAR
Hezkirina te
Dilopek baran e
Bi ser gula de bariya
Bê minet!
Tîrêja rojê bû
Ronahî da gul û mêrga
Bê minet!
Gul bişkîvîn
Şax û bêhnvedan
Bi min re keniyan
Bê minet!
Newaf Mîro