Tenê li guhdariya êş ê difikirim. Belkî jî hînbûna êş a hinekî din min aş dike. Nizanim... Tenê dizanim ku ev jîyan her roj bi her awayî me bêhtir diêşîne. Her kes di dawiya hefteyan de... Rast e, li kêf û seyran û dilgeşî û aramiya bi heval û hogiran re digere. Ya rastî jî ew e ji xwe. Jiyan mirovan diçilmisîne...