Îro dîsa xêrnexwazên te
Weke berateyên laşxur
Di kemîna mirinê de çav li rê
Li ber ketina te rawestiyane
Bila bes bihonin tevnê bextreşiyê
Li ser çarenûsa te
Lew îro roja xîret û namûsê ye
Îro roja man û nemanê ye
Roja bilindkirina rûmetê ye
Govenda li ber deriyên te hatî lidarxistin
Bangewaziya tevlîbûna govenda
Kurdbûna te ye
Banga diyarkirina çarenûsa hebûnê ye
Tu bûka desthenekirî
Kelema nav çavê neyaran î
Nîxuriya Kurdistana azadî
Kobana min
Tenê li guhdariya êş ê difikirim. Belkî jî hînbûna êş a hinekî din min aş dike. Nizanim... Tenê dizanim ku ev jîyan her roj bi her awayî me bêhtir diêşîne. Her kes di dawiya hefteyan de... Rast e, li kêf û seyran û dilgeşî û aramiya bi heval û hogiran re digere. Ya rastî jî ew e ji xwe. Jiyan mirovan diçilmisîne...