Eyşê: Wey dayê, mehrûmê, te çi kir! Ne ev kurê te Memê ye, îro hatiye mêvanê pîredê ye, îro jî te kuştîye, kirîye mêvanê qebrê ye!
( Mem piştî 7 salan ji eskerîyê tê. Derengîyê şevê ye. Mem tê hundirê malê, dê nizanê Mem hatiye. Pîredêya Memê ji ber ku kurê xwe nas nakê ji bo namûsa bûka xwe wî dikuje)
"Bingeha vê şanonameyê ji destana Memê Alan hatiye girtin"
Memê û Eyşê
Xewna min
Vê xewnê da eşq, mizgîn e... Kurdistan wa aza bûye,
Divê,- werin!... îdî tu Mem naçin xerîb-qurbetiyê,
Îdî qîz-bûk û Zerî Eyş nabînin derd-bedbextiyê....
Divê,- werin!... Şên-ava bûye Dimdima me kelefe,
Hêz-qewata Xanê Çengzêr mîna sitêra zef e!...
Şikoyê Hesen (1928-1976)
Antologiya 35 Helbestvan û Nivîskarên Kurd Ên Sovyeta Berê