Nav çiya û zinaran
Pey dilê kovî mame
Bûm bi bask firiyam tevlî xeyalan
Deşta dûr pir dûre
Li rojava destara
Derdan e hêviya min dîtinek bû
Ji vê refê neqetiyam tevlî wê firiyam
Wek koçeran geriyam bin baranê de
Henasê min bi vedeng e
Gava min bê deng e
Mêwa giyanê min lal e
Siwar hatin ji zozanan
Girtin serkêşiya dîlanan
Desmala rengîn destana
Mijê hey baranê
Dotmaman xwe hilba kirin
Pispaman çog nîvçog kirin
Desmal dane destê xalana
Pûkê hey leylanê
Rê kor e û pir sar e
Heyv li jor mat maye
Stêrk ji çavan rijyan lê ez mam
Hespê boz dijene
Ber bi jora jor ve
Nav ewrên giyanan de dinhêre
Destê min ji te nabe