Şahbanûya femînîzma kurdî, Suzan Samanci dîsa çi kiriye, lê kiriye, ta bi derziyê kiriye, hûr û kûr honandiye û daye destê me. Merî dixwaze heta sibê pesnê sekn û şêwaza wê bide; hewqas resen, hewqas bi xwe bawer ku hêviyên me geş dike ji bo femînîzmeke xwerû û lokal.
Min Samanci bi vê pirtûkê nas kiribû di sala 2019an de. Pirr kêfxweş bûbûm û min hîs kiribû ku ev jina jêhatî wê profîla jinên di edebiyatê de biguherîne, hin qaliban bişkêne, gotinên jiberkirî û siloganên pûç bide ber pehînan. Wisa jî bû, qelema wê daîm be.
Mîrzayê Reben, çîroka wan mêran e ku di nava xwe de hemû nakokiyên zayendî dihewînin, bi nexş nemûşan, bi fend û lîstikan konê baviksalarîyê hûr vedidin. Pirtûk bi me dide zanîn ku di nava her mêrekî de Mîrzayekî (reben) xwe telandiye. Di her firsendê de xwe nîşan dide û dema înkarê dîs xwe di hundir de vedişêre.
Lehengê pirtûkê Mîrzayê Kurd, ji ber pirsgirêkên aboriyê wek penaber li Ewropayê dijî, lêbelê vê rastiyê nayne ser xwe, li Ewropayê li ser pişta partiyê ji xwe ra cihekî qewîn çêdike, xwe wek mexdûrê nasnameya neteweyî dide nîşandin; bi jinên ji welatê cur bi cur ra têkiliyên zayendî datîne, bi van herdu rêyan rebeniya xwe di bin konê mêraniyê da vedişêre. Lê em dibînin ku di dawîya pirtûkê de Mîrza li xwe mikur tê, hemû kiryarên xwe yek bi yek qebûl dike û tîne ser xwe. Ev jî hêviya meriv xurt dike ku rojekî hemû Mîrza li xwe mikur bên! :)
Samanci, bi rastî jî çavdêreke gewre ye. Çawa bi zimanekî hewqas sivik mijareke hewqas muhîm vedibêje, dişayesîne, dikole û digihîne encamekî. Hunera vegotinê tam olarax ev e:)
Ez hemû pirtûkên Samanci yên bi kurdî wek metnên sereke yên femînîzma kurdî pênase dikim û vê yekê her carê diparêzim. Divê her pirtûkeke wê bi hûrgilî bê nirxandin û bêtir bê xwendin di nav xwînerên xwedî hişmendî de. Ez bi meraq