Li gundên ser keviya mayinan, jiyan bi hemû haweyê xwe merez bû. Di her guhertina komutanekî hidûd de her tim hin qedexe dihatin danîn. Gundiyan ji van qedexan re digotin »Qanûnên romê.« Komutanan di gundan de pêşî xwedîkirina hespan qedexe kirin. Dûv re bi şev ronahiya luks û lempê, dûv re çûn û hatina bajêr a bi şevê qedexe kirin. Qedexe ji qedexê veket heta ku giha şevbihêrka gund û lîstika hingulîskê. Gundiyan mîna demên rabihurî ewqasî êdî nema cesaret dikirin ku bi Şev ji mala xwe derkevin û li maleke xuyayî şevbihêrkê bikin..
Kurdî