Di dilê her mirovi da evînek veşartibû. Di dilê min da, Welatêki birindar, Axekî talan kiri, Û sê rengên qedexê Mina çavên te..
Dêbe
'Gelo evîn qedexê dêbe?"
Alıntı
Tatil planı hazırsa sıra okuma listenizde!
Bu yaz yanınızdan ayırmak istemeyeceğiniz kitapları sizin için bir araya getirdik. 💬 Siz olsanız bu listeden hangisiyle başlardınız?
di hestên talabuyîde tem gûlle barandin tenêbuyiya min re bûyî heval ji nişkave serê xwe datîne ser sînga min û destên min digihîjen porên te dema qevzê lingên me, me ji hev di weqetînin, çend ta porê xwe dixe naw destên min,wê deme tene çavên me diaxwin le her qevzên min e westiyayî te ji bi xwe re dîbe dimeşim di nav xemgîniya şeva bê deng da li asîman dinêrim di çavên min da du stêrk di şemitin ji xwe tu bi zimanê hemû ferhengok a da çubûyî bere xwe didim kijan mili tu te ber çavên min ji xwe evîna te jî mina evîna welatê min qedexê bû gelo evîn qedexê dibe.. awazên evîndar ê bırîndar dilê min dorpeç dikê, li çola sahra leyla digerim li zagros a bînewşa narin li sîpanê xelatê xece li zindanên tarî de zin, dibim ferhat li çiyan helbesta asê dixwînim li qerexa çemê murado Hesenîko gelo çima ewqas bi êş e evîn sere dewreşê bırîndar li ser çoken edûle dîsa di zivire feleka kambax dem diherike ez gej dibim, le qevzên te nagihijîn hêvara hesten min di şewitim bi evîna kerem û aslî de bila xweliya laşên min bi reşinîn axe belki dîsa mina devranên bere hêzkirin bi bişkive û di kulîlkêk çiyayide bijî evîna min.. iskan amed 🖤
Kurdî
Cejna Zimanê me pîroz be
Tê bîra min gava min hîn dest pê dibistanê nekirî bû ez bi zimanê kî din diaxivîm bi malbat û hevalên xwe ra. Jêr digotin zimanê zikmakî yanê zimanê dayikê. Gava min dest pê dibistanê kir min zimane kî biyanî nas kir min jêr digot zimanê Mamoste.ija min zimanê mamoste nizanî bû gava min li dibistanê bi hevalên xwe û mamostê xwe ra bi zimanê zikmakî biaxivî ya ma mamoste ji mera hêrs dibû diqêrî ya ser me em heval tev ditirsîyan û ez digirîyam min digot mamoste ka Zimanê dayîk ra tu çima hêrs dibî ka me çi kir tu ewqas hêrs dibî ? Mamostê me digot li dibistanê zimanê dayîkê qedexe ye .gere hûn tev zimanê min hîn bibin û biaxivin .ez difikirîm ka emê kengê zimanê mamoste yê biyanî hîn bibin , xwendin û nivîsandin kengê û çawa hîn bibin? Lê zimanê mamoste pir dijwar dihat bi me lê me êdî ditirsîya bi hevalên xwe ra bi zimanê zikmakî biaxivî ya na me digot em herin malê an taxê emê wê çaxê biaxivin.em niha tu tişt ji hevra nebêjin .lê gava ez diçûm malê min tiştek cûda farq kiribû êdî dê û bavê min jî bi min ra bi zimanê mamoste diaxivî . Jiminra digotin tu diçî dibistanê tu gere êdî zimanê mamoste hîn bibî û biaxivî Zimanê me anka ewqas bo te ne girînge min fêhm nedikir gelo zimanê zikmakî bo çi ne girîng bû an ji boy çi qadex bû an zimanê biyanî çima ewqas carek ta girîng bû bo me teva? Min rojek ji dayîk a xwe ra pirs kir min go dayê gelo çima zimanê dayikê qedexe ye? Qey zimanê me ne başe? Dîyamin bi pirsa min pêşî kenîya paşê bi dilê xemgînî , na keça min zimanê me xirab nîne lê tu xibera mamoste xwe bike û zimanê wî hîn bibe û tenê xwendina xwe binêre.êdî devdora min da tu kesî bi zimanê zikmakî ne diaxivî ne hevalên min ne jî malbata min her der bibû zimanê mamoste yê biyanî .lê êdî hêdî hêdî Zimanê mamoste yê biyanî bibû zimanê me , zimanê zikmakî jî bibû biyanî
Kurdî
Em hatine wendakirin
Hestên me hatîye kuştin Pişta me hatîye şikandin Rihê me hatîye birîndar kirin Welatê me ji çavnebarîya hatîye perçekirin Leşê me hatîye peritandin Dilê me agir pê hatîye girtin Xewnên me hatîye dest girtin Xelkê min bi bê bextîyê hatîye xapandin û qetilkirin Xeyalên me hatîye qedex kirin Ronîya çavên me hatîye wenda kirin Hêvîyên me hatîye qedandin Bajarên me ji hesûdê hatîye şewitandin 💮 MORÎ 💮
Kurdî
QEDEX
Ey xelkê zimanê qedex Stran û dengbêje qedex Cil û bergên wê qedex Rengên wê qedex Ka welatê te ka ax a te Tu nebî yê Medya û Şeddadî Tu bi nav û deng li Cîhanê Ne bû? Ka çi bû bi te Ey xelkê zimanê wê qedex Wêja wê qedex Dîroka wê veşartî û qedex Kultura wê qedex Tu Rojhelat ta Qazî Muhammed Tu li Bakûr Seyît Riza, Saîdî Nursî û Ehmedê Xanî Tu li Başûr Melle Mistefa Barzanî Tu li Rojava Xelîl Xemgîn Ne bû Ka çi bû bi te Ey xelkê zimanê qedex Ey xelkê zimanê evîna wê qedex Ey xelkê agirê newrozê jêr qedex Ey xelkê zimanê hezkirîya dayîkê jêr qedex Ey xelkê fikr û ramanên wê qedex Tu hesînkar kawa Ne bû Çi bû bi te? Ka welatê min ka ax a min ka bajar û kolanên min? Kî sînora xist nava me bra û me ji hev ra xist qedex? Şîna dilê dayîka me jî xistin qedex
Kurdî