Destan bidin hevûdû bese êdî bibn yek
Gog hatiye ber kaşo divê em bibn şek
Bi çoganê berxwedan lêxin mednê tu yefşê
Dem ku here nayê zû derenge çerxa felek
Tev bi bîr û bawerî ji dil werin xebatê
Dijmin bela we îro ji nexe yeka yek
Dema milet bi yek be wekî lehya giran e
Tutişt li ber xwe nagre tev pêl û girgirînek
Bi kerwanê demê re bibin heval û hogir
Li ber we kes xwe nagre ne axa ne jî beg
Li meydanê biqûrin wekî şêr û pilinga
-Seydayê Tîrêj-