Arkanizi dönüp hızlı hızlı adımlarla uzaklaşmak istediğiniz insanlara; koşa koşa geri gelme ihtimalini aklınızdan çıkarmayın... Hayat sizin küçük hesaplarınız ile ilerlemiyor Kimi kime ve neye muhtaç edeceğini bilemezsiniz....
Digotin du beden nabe yek
Migo mumkine go dil bibe yek
Ne cîhan astenge ne jî kesek
Ne mal astenge ne jî nefsek.
Wateya evînê hezkirin û bilind kirine
Dilê safî, çavekî ji çava dûr xistine
Bedenek paqij fikirên zelal hiştîne
Hezkirin dermanê te yê her tiştî ne.
Evîn. herkes li alîyekî cîhan li elîyekî ye.
Navberê de xem û taxmasîre rê nîne.
Armanc dil û haşkirina evîndarê te ye.
Têr û birçîbûna te serê we naêşîne
Evîn ewe ku dilê çelmisî tê hes kirin.
Birîna wî yek derbî dê bê jê birin.
Ji xwe tu zirar lê na kirin.
Her dem melheme, bo her birîn.
Dilê yarê dil nagirê dilê yar qûl bibe.
Yar nahêle yarê li ber çavê kesa be.
Yarê sebir û hevala ji bo yarê xwe.
Yar qewet û bereket û çîyaye ji bo yara xwe.
Dergistî nane, ave cil û berge, çîyaye.
Kahnîye, bahre, deşt û deryaye.
Kûre, şîloye rengên nedîtibare.
Taca zêrîne ew kî bibe bi yare.
Heta min ji xwe fam kir.
Min fam kir ku, kesî ji min fam nekir.
Min zahf xwast xwe bidim fam kirin.
Lê mêjî nehişt ziman werê rêkirin.
Bi navê modernîte yê mirov dûr ket ji taybetî.
Ne hat fam kirin hezkirina bi xwestekî.
Jîyan xweşe bi zelalî bê kesîtî.
Rih têre ji zêdeyîya însanetî.
Her çiqas zêdebe derdora te mirov.
Tu ehmeq dibe her wiha wekî hov.
Qet nebaşe dilê reş û firehî.
Te dûr dixe ji jîyana fîrdevsî.
Go tibêje kes bi menfaate dilreşe.
Ewê bêjin dilê te tarî û zikreşe.
Guh nede van gotina te ew rê dîtiye.
Bila ser wan tilîya wan bidin lîstiya.
Go nefs birçî be çav kore dil gore.
Jîyanê te bixe geh bi wî re bi vî re.
Bixwêne guhdar bike lê mêzêne.
Tu yê fam bikî kî başe kî rezîle.
Gotinê te yê tûj ên ewê dila bişikîne.
Bila zanibin dost tûj dibêçe û dişikîne.
Ji te fam bikin wî dilî naxin dibîrînê.
Ewê spas bikin ji bo gotin û rexnekirinê.