Jîyan bi te re xweşe min jî nû fêm kir.
Ew mezinbûnîya dilê te ye, Te nû fêm kir ez jî nû fêm dikim bi evîna te.
Dilê te kevir jî be, taht jî be lat jî be, ez dixwazim xeweke giran û kûr li ser bikim.
Netirse evîna min,
Ezî bi hezkirina te û xwe bixim yek û weke bexçê fîrdevsê dime ber te.
Têde weke xezala bileyize li gel min.
Ew bexçe ewê weke bêhna bizbizênk û nergiza be ji te kêm nakim.
Ez jî ditirsim lê belê her çiqas tirs hebe hewqas jî mêrantî ya me jî heye ev bese.
Bila giran be, bila hişk be bila zor be ne giringe her wiha bila bilintir be evîna me ez qebûlim. Ez te bê evîn, bê bêhn, bê ken û jîyan nahêlim ji bona kû sedema her tiştî tu yî.
Başe tu heyî dilê min.
Pelin
@Pelin_a56
·
Jiyan bi te re xweş e, nû fehm kirim.
Bi mezinahiya dilê te re evîn xweş e, bi evîna te re xweş e; ez vê pir dereng fehm kirim.
Bi evîna te re.
Dilê min bû kevir, ey evin
Bi hezkirina te, gava di nav kevira dilê min de gul vebû, min fehm kir.
Ez ditirsim, ey evîn;
ez ji bê te bımenım ditirsim,
ez ji bê kenên te bımenım jiyanê ditirsim,
ez ji bê bêhna te bımenım jiyanê ditirsim.
Evîna û ev tirsa ku di hundirê min de ne, ez wan fehm nakim.
Ew pir giran in, pir mezin in û pir xweş in.
Hezkirina ku di hundirê min de ye,
min bê evînê, bê bêhnê, bê kenê û bê jiyanê nehêle.
Ey evîn.♾️
Ez dirtirsim ku tu ji min şaş fêm bikî.
Dilê xwe li ber min sar bikî.
Gotinê min li ser te teksîr nekê.
Şa nabim baş nabim go tu şaş fêm bikî.
Ditirsim go tu ji min şaş fêm bikî
Deriyê dilê xwe li ber min venekî
Kenê rûyê xwe ji min kêm bikî
Destê xwe ji destê min dûr bikî
Zor ditirsim tu ji min fêm nekî
Çavê xwe ji min mirç bikî
Bersiva gotinê min nedî
Dilê xwe ji min bişikî
Ditirsim tu ji min şaş fêm bikî
Gotinekî ji min ra nekî
Lêvê xwe bo min venekî
Bikevim hewara te kotekî
Navê wê keçikê Pêlîne
Çavê wê kûrîne nazenîne
Gotinê wê ji dile dilxweşîne
Hebûna wê mal û hêlîne
Dilê wê germe her dem kene
Gelekî biaqile qet ne hesane
Xwedîyê civîna xweş û henekane
Ê ku wê bike cinnet û fîrdevsîne
Weke welat tê hezkirin
Weke axê tê bêhnkirin
Weke dîna tê xwastin
Weke avê didê tîkirin
Tu bibêje gûla çîya
Ez bibêjim beybuna newala
Tu bibêja nergiza reza
Ez bibêjim kulîka dendikên werza
Xoşewîste ji bo min pêwîste
Evîna me ne evînek siste
Hêsên me ji hevre diriste
Xwedê ti wê ji min ne site
Pelîne xweşike nazenîne
Keç li ser Pelîna min nîne
Qet bê wê meşan nîne
Daxwaza min rêya bêdawîne.
Herkes kesekî digere di nav kesayeta xwe da.
Û her kes kesekî dibîne ji bo kesayeta xwe.
Ez zora zilamê nava mêjîyê xwe nabim.
Ez gotina nadim qebûl kirin li ber ûjdana xwe.
Ya hewle wela we qûwete îlahî bîlahîl ezîm.
Xweda tu tenduristî bide vî mêjîyê rezîl.
Hês nakokin ji ber jîyana lerizî.
Koledar bûm devizîm li ber evînê berizîm.