Beton kirin çavîyên çemê te
Bo kesk nebin dar û ber
Vala bibin deşt û zozanên te ...
Û bi milyonan peyvokên ronahîyê
Di dilên nivîskar û helbestvanên te de
Berî derkevin hatin fetisandin...
Ey hawar! Ey hawar!
Sedhezar cari hawar ji derdê bindestî;
Ey hawar!
Xûşk û birano, de bes e;
Sedsala bîstan li paş e;
Dê bes e!
Gel rabûn, ro hilat;
Tenê em di şeva reş de dinalin!