Ev xebat, wek gelek mînakên destpêkên ji bo felsefeyê, li ser çend mijarên ramana felsefeyê disekine û wan dinirxîne. Di vê xebatê de ramana felsefi wek pênaseyeke giştî tê pejirîn ku mebesta me ji vê hem Felsefeya Rojava hem jî disiplinên wê yên bingehîn in. Di vê pirtûkê de em ê li ser sê mijarên sereke yên felsefeyê bisekinin, ku heya niha di gelek xebatên li ser felsefeyê yên zimanên têvel de hatine nivîsîn. Van mijaran zanînnasî (epistemology), hebûnnasî (ontology) û sincnasî (ethics) ne. Ev hersê mijar, ji destpêka felsefeyê, ango dema felsefe wek ramaneke bipergal û birêzik derketiye pêş, heya îro bi şewêyê cûrbicür hatine nîqaşkirin. Li gor şertên civakî, çandî, bêhtir jî yên ramyarî/siyasî (political) û aborî, Herwiha, Li gor pêşveçûnên zanisti, teorî û nêrînên derbarê van mijaran de jî guherîne û teoriyên nû derketine pêş.
Ji ber ku felsefeyê bêhtir teşeya xwe ya ramanî bi şêweyeke pergalî li Rojava, ango li Yewnana Kevin, bi dest xistiye, me ji mijar li gor nêrîta Felsefeya Rojava rave kir û nirxand.
Di vê xalê de em dikarin bibêjin ku ev xebat wek danasîn û şayesandina sê mijarên sereke yên felsefeyê bi zimanê Kurdî ye.
Bi rastî, girîngiya xebatê di pişka hevokê ya duyemîn de ye. Lewre ebesta me ne tenê danasîn û ravekirina sê mijarên felse-feyê ne, ji xwe ev tişt têra xwe bi zimanê din têne kirin. Mebesta herî girîng ya vê xebatê ev e ku di zimanê Kurdî de ramana felsefi bi şêweyeke hizirbar, razber ů pergalî bîne ziman. Bi gotineke din, armanca pirtukê ya sereke, bi peyv û têgehên Kurmanci teşedana ramaneke razber e.