Di romana “Bacanên Belçiqî” a Rênas Jiyan de du mijar hatine vehûnandin. Mijara ewil tarîxa kurdan û serhildanên wan ên li hember Ataturk, Osmaniyan û Ûris e. Nivîskar me di serdema tarîxa serhildanên kurdan de digerîne, berê me bi şer û têkoşîna tarîxa Serhedê vedike, berê projeksiyona sînevîzyona me bi serhildana Şêx Seîd û hwd ve rû bi rû dike. Em dibin şahidên gelek bûyerên trajîk, em dibin şahidên tarîxeke xwedî sixûrîn û xayînan. Helbet em dibin şahidê xwedî lehengên hêja ên dîrokî jî, yanê wekî meriv li sînevîzyoneke reş û spî temaşe bike.
Di vê sînevîzyonê de em kêran ji par ve li pişta birayên xwe dixin, kêrên desthilatdaran û em li lehengên qehreman ên li dijber zor û zordariyê re şer dikin temaşe dikin. Bi kurtasî em li qehremanên li hember sîxûr, xayînan û xwînmijan çawa têdikoşin di rûpelên tarîxê de wekî sînevîzyoneke li ber çaverih û çavehişên me zindî dibin dinêrin. Hay ji tarîxa me, xayîntî û sixûrtiya me çêdibe. Em di vê sînevîzyonê de serîtewanan û serînetewanan gişan yekbiyek dibînin. Helbet haya me ji lehengên serhildêr jî çêdibin.
Nivîskar rastî û heqîqeta navxweyî ya di rûpelê tarîxê de hatine veşartin yek bi yek berbiçavî me dike. Eşîrbûn û kevneşopiyên kurdan bigirin heta feodalizma kurdan bi şehekî duhêl hatiye şikandin, nivîskar romana xwe bi şehekî duhêl gulîkên tarîxê şikandiye. Mijara romanê bi giştî feodaîlzm, bindestî, desthilatdarî û tarîxa kurdan e. Her wiha serhildan û serhildêrên wan yên li hember desthilatdaran e. Mesele hebûn û nebûn e ji tarîxa kevn bigire heta tarîxa niha. Yanê beşa ewil di romanê de mijar piranî wiha ye.
Di beşa duyem de jî mijar feodalîzm, jin û tecawiz e. Mînak: “Ez dibêm ji ber feodalîzmê ye. Feodalîzm ji xwendinê, ji ramanê, ji hunerê, ji zanînê fam nake, hew bi tenê ji kuştinê fam dike. Feodalîzm şelaf e,