Silav guhdarvanên hêja û hevalên hestên min... Karîna Osêyan, helbestvaneke kurd e. Ez pir kêfxweş im ku bi taybetî di wêjeya kurdî û helbesta kurdî de rengê jinê heye. Min xwest wek jestek helbesta brêz Karîna Osêyan ji we re deng bidim. Ji ber ku dixwazim du edebiyat û helbestên kurdî de hestên jinan û helbesta jinan hîn zêdetir bibe. Hûn dikarin helbestên helbestvanên jin ên kurd ên ku hûn dixwazin ez bixwînim ji min re pêşniyar bikin. Ezê wan bi kêf û xweşî bixwînim. Hêvî dikim ku hûn jê hez bikin û li gor dilê we bê... Bi hêst û helbestên xweşik bimînin... Spas 🌹 Helbest : Karîna Osêyan Deng : Azad Penaber Youtube: youtu.be/F2lfSHhG_v8
Zimanê Kurdi
Silav û rêz hevalino, hûn ê bibêjin ku " Êdî bes Bêrîtan, her dem van komeleyan û kursan parve dikî" lê ne bes, heta ku kurdên me li ser nivîs û xwendinê fêrî zimanê xwe nebin ji bo min ne bes e. Komeleya Stenbolê dîsa qeydên xwe vekirin. Him rû bi rû him jî onlîne kursên kurmancî vekirîye û ji bo zazakî jî tenê rû bi rû kursên wê hene. Di dawiya kursan de jî heke hûn serbikevin hûn ê bawername (sertifîka) hildin. Ji bo hevalên ku dixwazin qeyda xwe çêkin ez lînkê parve dikim. Serkeftin ji we re.. ➡ docs.google.com/forms/d/153RJr4...
Reklam
silav hevalno, di hesabê min de pirsgirêkek derket, heval hatin asteng kirin û şopînerên min kêm bûn, ez difikirim ku min ji amûrek din gihîştibû. Min pirsgirêk ji bo niha çareser kir. Ger kêmasî an pirsgirêkek hebe ji kerema xwe ji min re agahdar bikin. Spas 😊😊
Silav û rêz hevalino du agahdarîyên min hene; 1.) Komeleya Nûbiharê ji bo zarokan kursa kurmancî vekirîye, yên ku dixwazin zarokên wan hînî zimanê xwe bibin dikarin qeyda zarokên xwe çê bikin. 2.) Dîsa Komeleya Nûbiharê ji bo mezinan kursên Kurmancî, Zazakî, Soranî û Kelhurî vekirîye. Tenê ji bo jinan jî kursa Kurmancî heye. Yên ku dixwazin dikarin qeyda xwe çê bikin. Ev lînka înstagrama Komeleya Nûbiharê ye hûn dikarin peyam bişînin.🌼 instagram.com/nubiharkomele?i...
Nemir Mizgîna Leheng .. Bi rêzdarî
Şoreşvan û Hunermend, Gurbet Aydin ango wekî ku Hozan Serhedê nemir di strana xwe ya Mizgîn de dibêje, Mizgîna Leheng Mizgîna çeleng Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) di sala 1962'an de li gundê Binatlî (Bileyder) ê Êlihê ji dayik dibe, kesayeta xwe ya şoreşger û hunerê gihandiye hev. Mizgîn a ku di zarokatiya xwe de bi deng û hunera xwe dihate
Silav hevalno. 🙋🏻‍♂️ Min rûpelek li ser Twitterê ji bo parvekirina rapirsiyên Kurdî vekir. Îro bi rapirsiya yekem, dest bi parvekirinan dikim. Ji kerema li ser twitterê RT bikin û bişopînin ku zêdetir kes rapirsiyên me bibînin. Rapirsiya yekem li ser mijara "Netewperestiya Kurdan" e. Ji kerema xwe pirsên me bibersivînin. Rapirsî anonîm e. Ango ti kes navnîşana maîla we û bersivên we nabîne. twitter.com/RapirsiyenKurdi... forms.gle/1r8SqVanSYUN2q2Z9
Reklam
32 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.