Cegerxwîn - Dayê Tu Megrî
Rom û ecem tev welat vegirtin
Bindest dijîn em, ji ber ku kurdin
çira û rewşen li me vemirtin
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Xwendin nehiştin li nav me kurdan
Ne hiş, ne bîr man ji êş û derdan
Ev bax û bostan, ji dest xwe berdan
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
şêx û began tev em kirne kola
Bê maf û bê cî berdane çola
Dan ser milên me darên dehola
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Mizgîn! Tu şabe va em dixwênin
Azadîxwazên cîhan dibînin
Divê ku dijmin bi zor derênin
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Va em şiyarbûn, xwende û zana
Me rê tev girtin ji ber nezana
Zû, zû me naskir ev reng dizana
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
Dijmin du nifşin: hundur û derve
Hinek di binve, hinek di serve
Kurdên nezan jî tên me bi serde