ASOYÊN MIN
Asoyên min bêdawî ne
Wek bilindbûna Cûdî ne
Ji helbesteka Kurdî ne
Lê dîsa roj diçe ava
Asoyan xatir ji min xwest
Tîrêjên rojê xwe guhest
Li min kom dikir gelek hest
Wa dîsa roj diçe ava
Ew çû ez mam li benda wî
Li min nêrî cara dawî
Ji çavên min hêsir barî
Û dîsa roj diçe ava
Ji Bo Wan Kesên
Ku Li Benda Hatina Rojê Ne
Qadên Azad
Şoreşê Ûzîmî
19.07.2014