Şoreşê Ûzîmî

Şoreşê Ûzîmî
@soreseuzim
Evîndarê welatê xwe me.
Rojnamevan
Zanîngeh
Kurdistan
Botan
Mart 2026 tarihinde katıldı
Evîndarên Rojê
Şoreşê Ûzîmî - Evîndarê Rojê
Reklam
ASOYÊN MIN Asoyên min bêdawî ne Wek bilindbûna Cûdî ne Ji helbesteka Kurdî ne Lê dîsa roj diçe ava Asoyan xatir ji min xwest Tîrêjên rojê xwe guhest Li min kom dikir gelek hest Wa dîsa roj diçe ava Ew çû ez mam li benda wî Li min nêrî cara dawî Ji çavên min hêsir barî Û dîsa roj diçe ava Ji Bo Wan Kesên Ku Li Benda Hatina Rojê Ne Qadên Azad Şoreşê Ûzîmî 19.07.2014
Newroz
NEWROZ Va ye hat bîst û yekê Adarê Agir gur dibe bi rengê darê Silav li dê û bav dost û yarê Gul xemilî li bejna biharê Agirê Kawayê Hesinkar e Mezlûm Doxan xwe pê kiriye are Ew ji bo me tevan fermandar e Ji bona dijmin jî berfa sar e Newroz ji bona gelan hedar e Li ser çanda xwedawenda Star e Rojek kêf û şahî û dildar e Dihelîne derd û kul û bar e Agirê Newrozê pir dijwar e Dişewtîne dijminê xedar e Dijmin bûye fena gurên hare Ji mirovahiyê re bêpar e Newroza îsal ne wek a par e Li Kurdistanê vebûn gul û dare Dijmin têk diçe wek her care Ji bo me cejn û eyd û sersal e JI NEWROZA AZADIYÊ RE Qadên Azad Şoreşê Ûzîmî 21.03.2019