Gula dile min bişkivî, bi baranen evînê
Hevîya hatina te me, dereng neyê, zû were.
Hîn neketim bin çavan, hin neketim zindanan
Hin neçûme ser çiyan, dereng neye, zû were.
Em bi evînên qedexe mezin bûn,
Bêrîka me de 'eynikek û şeyek...
Me bi xwe mezin dikir.
Û xweşikbûyîna xwe li nav xeyalen pêşerojê de
Bi evîndara xwe re vedişart,
Bi çavên şermoke û bi tirseke bê wate
Me heviyan xwe dineqişandin.
Bi xwe re hevî bine. Hevî, evîn û jîn e
Barke ser keskê sora, bi rojê bixemlîne.
Hîn neketim bin çavan, hin neketim zindanan
Hin neçûme ser çiyan, dereng neye, zû were
Dema ku em mezin bûn,
Wê demê em tegihîştin ku
Ger evîn azad be, wê bi wate be
Ji bo wê ye ku Em bûn evîndarên welatên xwe
Û emê evîna xwe bi evîndara xwe re di welatekî azad de parve bikin.
Hozan Dino
Min dixwest helbestên şermokî bixwînim
Paldayî û serê min li ser çok a te
Bi hêzeke bêhempa hilavêtiba dilê min
Destê min di nava tilîyên te yên zirav û tenikda
Min dixwest ku bêhn a gulîyên te bimîne ser rûyê min
Sê roj û sê şeva di bin germa Botanêda
Min kulmek avê ne avêtiba vî rûyî
Û min xwest ku tenê ji bo me bên nivîsîn pirtûk
Têda evînek rastî hatiba şîrove kirin
Gotiban gelî evîndarên cîhanê
Belê evînek heye li van çîyayên bilind û asteng
Li ser tê gotin
Mezintirîn evîn nîne li ser
Ji bilî Kurdistanê
15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Ev roj li hemû dildar û evîndarên zimanê kurdî, li hemû kurdîperweran pîroz be. Ev ziman ji dê û bav û ji dapîr û bapîrên me, ji me ra diyarî maye. Wan bi hezaran salan ev ziman di dil û hinavên xwe da xweyî kiriye, li ser zar û zimanan, li ser xetan wekî destnivîs heta roja îro anîye. Ev ziman beyta Feqî ye, hubra Xanî ye, xezel û helbesta Melayê Cizîrî, dîrok û helbesta Mestûre Kurdistanî, deng û awaza Hesen Zîrek, Meyremxan, Mihemed Şêxo, Rêncber Ezîz û Mihemed Arifê Cizrawî ye. Xanî “ Safî şemirand, vexwarî kurdî manendê durrê lîsanê kurdî”, bi vî zimanî dubeytîyên xwe ristin Baba Tahirê Hemedanî, bi vî zimanî hest û ramanên xwe deribirîn Pîremêrd, Gîw Mukrîyanî, Qedrîcan, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Melayê Xasê, Ebdûla Goran, Qanatê Kurdo, Mîr Celadet Bedirxanî. Zimanê me stêrka geş a li esmanê welatê me ye, heke ew stêrk bixurice, namîne tu nav û nîşan ji hebûnê. Lewma jî roj roja parastina zimanî ye. Bila hevgirtina me li ser çand û zimanê kurdî, têkoşîna me ji bo parastin û geşkirina wan be. Em di van rojên teng da bi rê û rêbazên cur bi cur cejna hev pîroz bikin û hişmendî û hişyarîya çand û zimanî di nav gel de xurt bikin. Pîroz û bimbarek be Cejna Zimanê Kurdî. Giyanê pak ên ku ji bo parastin û pêşvebirina vî zimanî ked dane, her şad û bextewar be.
youtu.be/Zn2UdyhVqdE