Sibehê yekem car, bavê min dîsa dest bi xwendina wê helbesta xwe ya bi navê "Zarokên xelkê" kir. Roj baş☀️
Ziman û GIRÎNGIYA ZIMAN
Ziman ispatkirin a hebûna mirove ji ber çi? Mirov dema ji dayîka xwe tê dinê şûnve di dest pêkê de heya ku dibe 4 an jî pênc salî heman li dîya xwe dinêrê ka dayik çi dike ew jî wê mînak digire û wekî wê tevger dibe û qise dike. Piştre ku bû ber fehm ê xwe êdî li der û dora xwe dinêre kî bi çi zimanî qise bike ew zarok li gorê wê civatî mezin dibe, li gorê wî civatî dibe xwedî hişmendî. Dema mirovekî bibêje de ka bila zaroya min zimanê dayikê hîn bibe; hewceye pêşî bixwe bibe xwedî hişmendiya ziman. De ka hişmendiya ziman çi ye em binerin; wek me got di destpêkê de li dîya xwe dinêre, dayik çiqas perwerde ye, çiqas ji haya dîrok a xwe heye an bav , di derbarê erdnîgarî ku lê dijîn çiqas haydarê xwe ne, çend çîrok dizanin, di rojevê de çiqas kurdî qise dikin, xwe pîvandin heye an tune ye, ziman gelo tê çi wateyî, di bingeha xwede çi xwedî dike an xwedî kirîye an na? Wekî dinê di qada çandi de ku mirov lê binêre; dûbare wekî çîrok, manî, tinaz, du beyt em vana çiqas î bi kar tînin an em xwe Çiqas li ser zimanê xwe digirin. Dîsa em çiqas zimanê xwe bi hêst tînin ziman tije tije... Bi rastî her devereke Kurdistanê bi serê xwe dewlemendiyeke mezin de xwede dihebîne lewra em çiqas xwedî derbikevin dê ewqas emê hebin.
Kurdî
Tirsim dayê ez ditirsim Li vir kesekî nenas im Agir têkev mala Romê Ez ji gundê min dûr xistim Li şun maye pîrek bi gopal Pişta wê xûz lê bihurîne sal Gund wêran e kesk tune li mal Ew jî tenê maye bê hal Gund wêran e kesk tune li mal Ew jî tenê maye bê hal
Ji min re nameyekê binivîse Bila di nav de Rondikên çavên te hebin
Agît işik
Ji roja ewil kifşbû ji xwe Wê rojên bê te wiha Bê tahm û bê miqam Giran û bê qam bûya Ne dil davêje seyran Ne şahî dipirse li vî dilê Êdî hew têne ser ziman Newa û leyla Were hafa min Pirs bike rewşa min Kêyf û halê min xweş bike Hal û wextê min baş bike Mala me ava bike Li navenda rihê min Wa ji vir jî têye xuya Roja tu werî wek berê Tevlî hişek pak Û bi dilek safî Wê her roj bibe seyran Şahî wê kêm nebe ji dilê'm Êdî hew wê bikeve ji ziman Newa û leylan Were...
Kula evînê giran e, dermanê wê ne li cem her kesî ye.
Kurdî