Kokteyl - Lozan
bixwin..!
bixwin û vexwin
heta ku qirrika we hilê, têêêr têr!
heta ku tell bide zikên tellêr
bixwin... bixwin
weyyyy noşîcan be her parî!
ev qetenerme
-weke yê karxezalan-
ji bo keybanûya te, rêzdar
bi şerabê re xweş diçe xwar
sor sor, goştekî tik î teze:
ji termekî rexdik e her çênî
her çênî danhevî ji şikêran, gennî
ji şikeftan, ji berqefan, ji binê dolan:
her çênî: xwîn
her çênî: bibahrûd
her çênî: ter teze, benî bi benî
bifermin ezbenî:
çar term in, çar cendek...
pariyek aştî, biratî pariyek...
xayînek bû yek ji duwanzdehan:
bi zadê li ber we, bi sed Mishef û Qur'an
Îsa jî hate firotin li ser mezeya b' şerab û nan!
Arjen Arî