Rom û Fireng û 'Ecem we dîne
Dîn û mezheb, bi lîsanê xwe nivîsîne
Dinivîsin bi lîsanê xwe her finûn û karî
Her yek bi zimanê xwe dikin 'eceb iftîxarî
Ji xeyrê Kurmanc bê huner necabet
Navên bibînin li dunya û axretê se'adet
Eger bi zimanê Kurdî meselek bibînin
Î'raz jê dikin, ruyê xwe jê dizivirînin
Nefret jê dikin, tu car lê nakin nezer
Gerçi bibe şer ' û hedîsa Pêxember
Xelîfe Ûsiv (1885-1965)
Di sala 1885an de li Gundê Zengezûr ya girêdayî bi Bazîdê ve, ji dayik bûye. Navê bavê wî Şerîf Axa ye; ku ew topvanê Qesra Îshaqpaşa bû.Xelîfe Ûsiv giringiyeke mezin daye zimanê Kurdî û medreseya xwe li ser Kurdî ava kiriye. Digel dersên 'ilme rêzê, dersa zimanê Kurdî jî daye feqîyên xwe.
Necabet: torinî, esilzadetî, arîstokrasî