Xwe nasbike!
Puan vermedi
Dema ku min cara yekem pirtûk wergirt, min guman kir ku ez ê di şerê azadiyê de rastî lehengekî birûmet lê bêrûtbe bêm. Lê gava min xwendina xwe qedand, guhertina civaka me, têkçûna nifşê xwe û têkoşîna ji bo jiyanê min hîs kir. Roman bi taybetî li ser koçberîya navxweyî, windabûna nasnameyê û veguherîna têkiliyên malbatî dirawestê; di heman demê de jî trajedîya mirovî, têkçûna ruhanî û şertên ku mirovan di nav pergela ke tund de diguherîne vedikole. Ev berhem li ser rêwîtiya Besri û malbata wî ye, ku piştî heft salan vedigerin gundê xwe yê li herêma Sêrtê/ Dihê- Erûh, ji bo cejnê û dîtina xizmên xwe. Di rê de, ew derbasî deverên dîrokî dibin: Cîhê şerê Emerê Filitê Qito (Dengbêj Aydın), deşta Reşkotan û Elikan, Cemîlê Çeto, Newala Qesaban. Besri bi kurmetê xwe Zeyd re behsa paşeroj, zilmên berê û guhertinên li herêmê dike. Gava digihîjin gund, ew bi xizmên xwe re dicivin, cejnê pîroz dikin, li deverên kevn digerin û bîranînên zaroktiya xwe vedibêjin. Di nav çîrokê de, cihê gundê kevnar, guhertinên jiyanê, têkiliyên mirovan û hestên bîranînê û xwestina vegerê li kokê cihê sereke digirin. Ji bo Besri cihên ku lê mezin bûye, gund û malbat girîng e. Ew dixwaze zarokên wî jî vî cihî bibînin û fêm bikin ku ji ku derê tên. Berhem nîşan dide ku çawa gund û jiyana mirovan bi demê re hatiye guherandin. Berê mirov bi ker a diçûn, niha bi ereba; berê gund tijî zarok bû, niha pîr zêde ne û ciwan diçin bajaran. Gelek caran behsa demên berê tê kirin, ev yek hestên hesret û hezkirina ji bo rojên borî diafirîne. Dema çûbun bajar; nabeyna Besrî û malbata wî ne baş e. Li hemberî bavê xwe û diya xwe hestê ne baş hîs dike. Aliyên herî xurt ê romanê zimanê wî ye; bi zimanekî zelal, hêsan, germ, rast li carinan tûj; zimanekî sade lê herîkbar hatiye nivîsandin. Gotûbêjên
Generalê BêrûtbeÇetin Lodi · Nando Yayınları · 20250 okunma
RÊYA ZILMÊ NAÇE BIHUŞTÊ
5/10
·216 syf.··
Beğendi
·
2025 21. kitabı
Rêya ku naçe Bihuştê bi du vegotinan ve hatiye lêkirin: tevlî monologan kesê yekem û kesê sêyem.Bi vî awayî çîrok yekalîbunê difilite. Berhemê de a herî sereke mijare. Ew fermana 74.("Ev fermana heftê û çaran e" Çakar,2019, r.153) a li qewmê Êzîdî hatiye dayîn. Wekî ku tê zanîn fermana dawî bi destê xwediyê ala reş Daîş ê hat dayîn. Zilmeke wusa qewma Êzîdî tê kirin destê xwêner erd û esmanan diqede. Bi vegotina nivîskarê jî xwenêr behn çikyayî dixwîne. Çîrok bi sehneya yekemîn di ramoka pîqaba Apê Elyas be destpêdike. Bi ditîna xwêner reşahiyan gund desteserkiriye û gundî tên nefî kirin. Di rûpela 18. de em dibin hemî cîwanên gund tevlî kal û piran ramoqa pîqabê siwar dibin "Çi qas ciwanên gund hebûn li ser romorkê bûn: Zizė, Alê, Çînê, Rustem, Baro, Xêro, Şêro... Keleşo" tevlî kujerên xwe cara dawî diçin goristanê, ser mezelên xwe. Ger nafikirin, gund şewitandina hebe ev reşahî çawa dihêlin ew herin xatirê xwe miriyên xwe bixwazin, heta bi nanê germ û hêjîran şîva wan jî bibin? Xwêner di sehneyekî de dibîne Keleşo tê Şemsîxanê dixwaze. Di hîn diyalogên din be jî hezr dike ew Dezgir tîne. Û axirya çîrokê de bi gotina Şemsîxanê a " Buka bêmiraz" xwêner têdigihîje kû wan dewat nekir. Lê çi hat serê Keleşo kuda hat û kuda çu malîqe. Tenê serkêlke reş de navê tê dîtin. Piştre em rûpela 114 dibînin ku hemî jinê gund dîsa di ramokekîde ne û ber bî zulmatê ve tên birin. Di berhemê de alî rêbazî hêyama herî serkeftî a navmetnî bû: çîroka berdest û a Hûtê Heftserî heya dawiyê bi hevre herikî. Hîn caran gihêjtine hev hîn caran agahiyên hevdu didan. Bi çîroka "Gûno û Hût" û xewna Şemsîxanê jî hêmanên kolajî lê zêde bibûn. Her wiha pir nîk ( motîf) jî hebûn: Siwarê sibê/ Siwarê êvarê, nanê germ û hêjîr, dara zeytûnê, genim, deriyê
Edebîyata Kurdî
Ev Rê Naçe BihuştêYıldız Çakar · Lis Basın Yayın · 20199 okunma