min berê ji destên wî hez kir
ji dewsa maçên wî
qonax çê kir li sînga xwe
kir rawestgeh jê re
min ji hatina wî hez kir
bi bêhna qurnefîlan
bi tama sêv û alûcan
û min
ji kenê wî hez kir
li asîmanan
di bînê keskesoran re derbas dibû
şeva leyletul qedrê bû
dêya min her du destên xwe vekir
û got
ya rebbil alemîn
tu bext û text bide qîza min
mala wî ava
temen negîhand wê roja bextewar
bextê qîzê bi qîrê
text bi derewan şuştin