A.Hekim Kozluk

Zirgewre yazarı
Yazar
10.0/10
1 Kişi
13
Okunma
0
Beğeni
540
Görüntülenme

A.Hekim Kozluk Sözleri ve Alıntıları

A.Hekim Kozluk sözleri ve alıntılarını, kitap alıntılarını, en etkileyici cümleleri ve paragrafları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Em dikarin li hember însanan jî şerê siber'ik jî bidin meşandin.
Sayfa 8 - Aryen yayınları
Vê biharê, rûyê Nisêbînê wekî heyveke zîvîn e. Wekî heyveke zîvîn e ku di pişt ewran de maye... Rûyê Nisêbînê wekî deqandineke di demê de wênandî tê û di min dibihure. Lê em bêxatirxwestin in... Em girêdayî veqetandinên xwe ne hetanî bi mirinê. Firtoneyên nava me ji wê ne heyran. Em û Nisêbîn, em wekî du dergistiyên di navbera du kêran de li civanên hev in. Bila zeman di zimanê fistoqî de zirtan bizmar ke. Ne xem e. Di hebûnweriyê de hê jî gerdûn bi şikûdarî pêl dide. Û wê Nisêbîn bi bîreweriya xwe hişmiraz biwelide. Wê ji tariya xwe stêrkên xwe biwelidîne...
Sayfa 161 - Aryen Yayınları
Reklam
“Niha li ku ye ev xanima şareza, ku bidim beza, hetanî sibehê ez ê wê bibînim li nav rezan?”
"Vê biharê, rûyê Nisêbînê wekî heyveke zîvîn e. Wekî heyveke zîvîn e ku di pişt ewran de maye... Rûyê Nisêbînê wekî deqandineke di demê de wênandî tê û di min dibuhure. Lê em bêxatirxwestin in.. Em girêdayî veqetandinên xwe ne hetanî bi mirinê Firtoneyên nava me ji wê ne heyran. Em û Nisêbîn, em wekî du dergistîyên di navbera du kêran de li civanên hev in. Bila zeman di zimanê fistoqî de zirtan bizmar ke. Ne xem e. Di hebûnweriyê de hê jî gerdûn bi şikûdarî pêl dide. Û wê Nisêbîn bi bîreweriya xwe hişmiraz biwelide. Wê ji tariya xwe stêrkên xwe biwelidîne.. Hûn wilo nenêrin ku vêga xirbe û sikakên Nisêbînê wekî rahikên bedeneke zîndewar di bin gurmîna tank û topan de, di bin pijiqandina agirê bi bermîlên firokan de digirnije.. Hûn wilo nenêrin ku wekî Stalîngrad û Kobanê dûxan û ewrên ji tozê digirin ser van xirbeyan. Wilo nenêrin ku vêga bombeyên kesk mija mirinê li ser van xaniyên kavilkirî dinermijînin.. Ev bajar wê ji tariya xwe stêrkên xwe biwelidîne."
Sayfa 161 - Page 161 | aryenKitabı okudu
"Bila êdî kilê çavê dinyayê bimeşe. Ne Şems–Starê ketine ber şermê. Ji ber ku neynika bejnê li rûyê jinekê deriziye, hemû xwedawendan pêgeh guherandine, ketine şînê."
Sayfa 103 - Page 103 | aryenKitabı okudu
“Ma bexçe bê fêkî, dehl bê dar, derya bê masî, pez bê şivan û welat bê serdar dibin?”
Sayfa 25 - AryenKitabı okudu
Reklam