Nivîskar Ayhan Yildiz di vê pirtûka xwe de behsa giringiya zimanê zikmakî dike. Nivîskar li ser edebiyata devkî, cure û teşeyên vegotinê disekine. Mijar çi be, edebiyata cîhanê û edebiyata kurdî dide ber hev. Ev tiştekî pir baş e ji ber ku mirov fêhm dike bê ka edebiyata kurdî li ber rewşa dinyayê di çi rewşê de ye. Ne kêm û ne zêde mirov rastîyê dibîne. Xebateke hêja û ez bi dilrihetî pêşniyarî we dikim û hêvî dikim xebatên bi vî awayî zêde bibin.