Ev çi êş e her tim bi çêl e,ev çi çêl e wekî werîsê heft gundan dûrûdirêj e.
Ev çi dil e çi berfireh e, çi êş tê dikevîyê, tê de dihile.
Ev çi xemgînîyeke giran e li ser milê min ji sivikîyan ketibû serhev.
Ku hemû kulan hilgirim
Li ser hev binijinim
Bi ezmûnên salan dawerivînim
Û neweşînim
Ku guhdarekî 'jarê û waweylê'ya min nînbe
Ew ê çawa tê de bi cih bibin
Di dil de
Çawa wê neterikînin
Ji dil
Heta bi nenûkan!
"Sedsala me, sedsala tenetîyê ye û sedsala xwexapandinê ye.
Kî devê xwe vedike bi behsa hevgirtin, yekîtî û rêxistinîbûnê, xurînîya xwe dişikîne.
Kesek li xwe mikur nayê, kumê xwe danayne ber xwe û nefis û qîyasê nake.
Hemû felsefeyan bi angaşta pêkanîna bextewerîyê xwe daye hezkirin, hemû ol bi angaştkirana bidestxistina xweşî, rastî û bextewerîyê mirov li dû leylaneke derewîn kirine peşbazîya behiştekê.
Û mirovan, mirovan tim û dayîm xwe xapandiye, ketine palûteya xanîyê tarîtîya lixweveger."
Ew gunhê dil çibu ewqasî bi êşê hat darizandin heta rewa tê de heyî. Nebê nebê, ew dilê pêşî, ew dilê ku çûbû sêvekê! Ev hemû ne qeda û belaya vê sêvê bin!? An qeda û belayê wî dilî? Sêv sebeba dil e yan dil sebeba dil e?