Ziman çekê herî bibandor e li dijî dijmin. Ziman kesanî ye, ziman helwêstgirtin e, berxwedan û serîhildan e. Ziman sitûna herî saxlem yê neteweyî ye. Ziman çand e, folklor e, dîrok e.
Zimanê me, di bêrîka me de mifta azadiyê ye.
Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwenasîn e.
Xwenasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike.
Her kesê ku xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin.
Hawara me berî her tistî heyîna zimanê me de bide naskirin.
Lewma ku ziman şerta heyînê a pêşîn e.
Miletên bindest heyîna xwe bi du tiştan, bi qeweta du çekan diparêzin: Ol yek, ziman dido.
Lê heke ola miletên serdest û bindest yek be, hingê çek yek tenê dimîne, ew jî ziman e.
Qehr û qîmeta saxiya min çi ye?
Dilê min ji dinyayê sar bûye;
Lê ez qedrê jiyîna xwe hêj digrim
Heta ku bikarim
Li ser rêka hêja bimirim;
Xwe bidim kuştin.
Eyb e, şerm e, fihêt e! An hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin, an nebêjin em Kurd in, bê ziman Kurdîtî ji we re ne rûmet e, ji me re rûreşiyek giran e.
Mîr Celadet Elî Bedirxan 15 Tirmêh 1951'a de li Şam'ê çû ser dilovanîya xwe. Qencî û xizmetên ku li ser ziman û li ser welat kirîye nayê bîr kirin... Bi vê sedemê ,bi rêzdarî em bi bîr tînin.
"Zimanên beyanî çek û kincên me ne lê zimanê Kurdî çerm û laşê me ye."