"çendî pêdiviyê xewneke azad im
da ku destê min bigire û
min pênc hezar sal pêş ve bibe
yan
sed hezar sal bi şûn de vegerîne
ne xem e
tenê min ji vî cihî bilivîne
ji vê gorê hilkişîne
ji vê demê raqetîne."
Ax
Ji giriyê bê deng
Ji jiyana bê reng
Ji ramanên bê ceng
Ax
Ji dilê pîr
Ji çavên li riya dûr
Ji gavên bê gav
Ji çavên bê çav
Û ax ji xewa bê xewn
Û ji pariyê bi deyn