Em hêsîrên afirana xwe ne
Hişmeta me maka hejariya me ye
Bê gor û goristan
Li ku dibin li wir dimirin
Çiya ne Parastgaha me
Ba dilêwîne zêmara me
Baran dixwîne diaya me
Darên mazî dikin nimêja me
Dayikên me nizanin kêngî
Û li beyarên kîjan çiyayî
Hatine kuştin em
Li şûna dayikan ewr dikin şîna me
Û baran dibe hêsîrên çavan
Dibare li ser me ...