Te got hozan ger ku di dil de bihewîne divê birîna gelê xwe peyvê li hev negerîne zahir û batin li hev bîne şîrê şêr di eyarê şêr de li ser milê xwe bigerîne...
her esir ji behrê dikişiya
û diçêriya
-reş, reş, reş weke qîr-
dîsa weke her car esir
ji behre kişiya
di mêrgê de çêriya
qevdek pora zer
-zer, zer,zer weke zêr-
bi ber bayê ket
û hat li çêra ber devê wî aliqî
çav pê ket
şîriya, şîriya, şîriya
û çermê wî lê ziwa bûûû…
bû ferfûrî
û hêsir ji çavên wî rijiyan..
ger ku ez ketim
xeweke giran, jidayik nebûm dîsa
bêriya destên min bike.
destên dem û dewran dîtine
destên li ser memikê şeveqên rengîn
geriyane, li ser qorik
û zikê hebûnê…
li ser çav û biriyên jiyanê