Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Erd Agron

Erd AgronDîwana Hestiyan yazarı
Yazar
10.0/10
2 Kişi
9
Okunma
4
Beğeni
729
Görüntülenme

Erd Agron Gönderileri

Erd Agron kitaplarını, Erd Agron sözleri ve alıntılarını, Erd Agron yazarlarını, Erd Agron yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
wê çaxê min cinetê dît di keviya cehnimê de...
li ser hendefên bilind xwe vedişêre, li benda bayên kuvî disekinî (kemendavêjekî yeman bû) û her roj kemend diavêt stwê bayekî û li pey xwe dikişand dianî di tewlê de gire dida û ew kedî dikirin. lê dizanî ku hemû ba bibin yek dê tofan bi serê wî de bînin
Sayisê Bayê
Reklam
Qîza Reşebajêr | Ji Gulîzerê Re • Erd Agron
keziyên jinebî dihûne ristikan dide hev ji barana bi ser bûka baranê de dibare, di daweta bûka baranê de roja dawetê ji şevê didoşe ji êşan digivêşe û ji psûlayek ji janan re… kurt kurmancî rehên wê li rehên reşebajar lefiyane di bin kerresiyên bedenê de ruhê wê li ruhê reşebajar lefiyaye li ber tenûra gurr di tatêla şîva êvarê de pîresêreke axirzeman dibiriqe niviştan çêdike di qorziyên kuçeyên tarî de miftîbelaş li milê xwe bialîne ji bo ku bi bazbendekê mirov çargurçik be divê kezeb mezin be…
Pora Zêr • Erd Agron
her esir ji behrê dikişiya û diçêriya -reş, reş, reş weke qîr- dîsa weke her car esir ji behre kişiya di mêrgê de çêriya qevdek pora zer -zer, zer,zer weke zêr- bi ber bayê ket û hat li çêra ber devê wî aliqî çav pê ket şîriya, şîriya, şîriya û çermê wî lê ziwa bûûû… bû ferfûrî û hêsir ji çavên wî rijiyan..
Lavlavk • Erd Agron
berî noqî xeman bibim agir digre rûyê avê û çiqilên şengebiya bi ser ve dirihilin.
Jan-Name • Erd Agron
“ji bo Welî, Rustem, Nûman û hemû hestîwendayan” (Qefleyek mirov digeriyan di kontara çiyê de, karê xwe yê liservebûyî pêk dianîn… Digeriyan di bin taldan de, li nava deviyan… Derwêş sekinî û çok da erdê, pêşî duayek kir, piştre bi destan axê veda û hestiyekî reşbûyî derxist… Sê çar kes lê kom bûn, hêdî hêdî qefle tev lê civiya…) Derwêş “hê jî
Reklam
Hêvî
mirîyên xwe pêşî dişînin em belkî roj bê em jî vegerin gundê xwe…
Guvernika
min dê biwênanda wênesazekbûma ku, wî li ser ranzayeke zengarî li ser taqa pişte destekî wî bi ranzê ve çavên wî bi qartiyan ve daleqandî rûyê hefteyekî simbêlên reş
Fêkiya zanine
Adem heyfa xwe bi bêhna sêvan li helebçe ji Hawa hilanî
Existance | Ji J.P. Sartre Re
ez siyek bûm siya kî/ê bûm, nizanim dema şarapnêlên sar di laşe min de hêlîn çê dikirin ruh bi min ve dihat dibûm gewdeyek bi can û xwîn dicoşiyam
Reklam
Destên Min
ger ku ez ketim xeweke giran, jidayik nebûm dîsa bêriya destên min bike. destên dem û dewran dîtine destên li ser memikê şeveqên rengîn geriyane, li ser qorik û zikê hebûnê… li ser çav û biriyên jiyanê
kalekî, darekî hişk nîşanî da û got: “ma ev êdî şîndibe?” ji rojê re lê îro keviran jî zîldaye li welatê vî kalî.
41 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.