"Ez dixwazim niha di hembêza diya xwe de bûma. Wek zarokeke sava, wek pitikekê ku tenê hembêza diya xwe nas dike û tenê di hembêza diya xwe de bi rehetiyê dike."
Mêrê rojhilatî ti carî nikare çîroka dildariya jina xwe qebûl bike, tew heke ew çîrok di raboriyê de jî qewimîbe û qehremanê wê jî kesek ku di raboriyê de miribe.
Şêrzat digot:"Pirsgirêka me ya mezin ew e ku em hatine guhertin. Ji bîra me çûye em xelkê ku ne û me pişta xwe daye welatê xwe û exlaq û reftarên xelqê welatê xwe." Digot: "Em bi awayekî beloq û kirêt çav li xelqê vî welatî dikin ku ne welatê me ye."
Ev qedera te ye Helale ku xençerek çiya bi çiya, bajar bi bajar û welat bi welat bi dû te keve ta li vir, li Stockholmê, li taxa Flemingsbergê, qata çaran a avahiya hejmar 18 di sînga te de biçike.
"Ji me re çi? Ma qey em parêzerê xêr û şer an jî êş û pirsgirêkên xelkê ne? Em bi xwe hezar heb pirsgirêk û belengaziyên me hene. Tu çima behsa pirsgirêk û belengaziyên me nakî?
Ji bo kîjan tawanê em tên cezakirin?
Di agirê kîjan tolstandinê de em tên şewitandin?
Di dojeha kîjan qederê de em dibin xwelî?
Di zibildana kîjan dîrokê de em winda dibin?
Di demjimêrên kîjan zemanî de em tên jibîrkirin?...
"Qeder?! Ma tu nizanî qeder çi ye"
"Erê zanim. Çaleke li ser rêya min hatiye kolan û divê ez tê de wer bibim. Xefikeke li ber lingê min hatiye vedan û divê ez lê bilikumum."