Kenê zarokan dikirim
Stêrkên li esman jî di rêya te da dirijînim
Ji hatina te re
Hemû xweşgotinên ferhengan rêz dikim
Û li ber deriyê malê
Wekê mehfûreke sor ji te re radixînim
Ji hatina te re
Hemû derîyên dilê xwe
Helbest bi helbest
Ji te ra vekirî dihêlim