Nivîskar û wênesaz Fewzî Bîlge, Di sala 1962'yan de li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Heta dawîya xwendina xwe ya lîseyê li Qoserê jiyaye. Li bajarê Stenbolê di zanîngehên cuda de beşên Weje û Zanistên Civaknasiyê xwendiye. Di sala 2000'î de vegeriyaye welêt û di kargeha xwe (Soresorê) de pazdeh salan dersên wêne û wêjeyê daye û gelek wênesaz û wêjevan gihandine.
Ew, xwediyê gelek ezmûn û çalakiyên hunerî ye. Piştî malnişîn bûye dest bi xwendina felsefeyê kiriye. Lê belê tenê du salan ev beşa navbirî xwendiye û wekî ên din dev ji vê jî berdaye. A niha li Amedê dijî. Tenê diwêne û dinivîsîne.
Di kovar û rojnameyên Kurdî yên weke
Nûdem, Pelîn, Roj, Medya Güneşi, Jiyana Rewşen, Kevan, Tiroj... gelek xebatên nivîs û wêneyê pêk anîye.
Raweste
Raweste
Ev bihar ne ya min û te ye
Ma nayê bîra te gava ez zarok bûm
Min rûyê xwe disipart rûyê te
Raweste.
Biqasî perperokek perîkên xwe sêcaran biçirpîne
Demên min pir ji te hez dikir bîne bîra xwe
Li nav avahiyên serî digihêjin ba Xwedê
xwe pir kiriye tenêtiyê
li ber xwe pirkirina xwe dikeve
Dimeşe nava kolanên dilê xwe
li ciyên hîn pî pênebûne
li rûyekî
li rûyekî çar werzan bike bihar digere
Rûyên ji rûyê wî do weşiyane
Xwe berdane ber bayên esrên teng, çûne
Ger ji destê min bihata, wekî Aram Tîgran ku gotibu " Min ê hemû çekên li cîhanê bida hev du, bihelanda û ji wan, amûrên muzîkê çê bikira. " Xwezî...!
Lê rastîyek heye ku heta meriv nebin meriv, wê tu carê ew daxwaz pêk neyê.
ewr, ewr'ên reş, tarîtî, tenêtî, bendamayîn, dînîtî, şerm, Hêvî, mirî, mirîyên hemû zemanî an ê vî zemanî...
Ê ku van tevlîhevîya guhdarî dike jî rebena Qijalk'a reş.
Ji xwe fewzî bîlge jî fahm kiribu ev tişten ku di nava mêjîyên wî diçin û tên, tenê ajalek kare guhdarî bike. Naxwe ew ajal jî zêde nema û çuyîn pê hêsan hat...
Divê mirov ronahî ya dû hundirê tarîye de bigere û bibîne. Heger ku nehat dîtin rewş ne baş e. Qewla nivîskarê qijalk ê jî ku digot; wê gavê me pê girt. :)
Zêdebûna ramanên ecebmayî bera çavên we qet netirsîne, Bêguman hûn ê jî ji zimanê fewzî bîlge ê zelal û pak hez bikin. An jî hûn ê poşman bibin... Xwendevanên fewzî bîlge baldar bin û li mêjîyê xwe miqatebin:)
DI QIJALKÊ DE XWEHEYÎKIRIN
Fewzî bîlge Qijalkê ji xwe ra dike navgîn û hijê xwendevanên xwe bi romana xwe a modern di nav sê zeman û gelek sîyan de dertîxe rewîtîyeke kûr û kurt.
Bi xwe jî ne dikare Qijalkê bi çargavkî bibezîne ne jî dikare hikim li ser zeman , ziman û sîyan bike . Li qeraxa Gola Hazarê , li navbera dar û sîyan de ,