Çavên min, ewqas kurmanc in,
Ewqas serhişk.
Ji bo careke din jî te bibînin,
Namirin,
Lê birîndar in..
-------------------------------
Gözlerim, o denli Kürtler,
O denli inatçı.
Seni bir kez daha görebilmek için
Ölmüyorlar,
Ama yaralılar.
Naxwazim hêviyeke herî piçûk jî bihewînim, her tişt gora rîtma ku di nava mirov de veşartîye tevdigere.
------------------
En küçük bir umut bile barındırmak istemiyorum, her şey insanın içindeki ritme göre hareket ediyor..
•Frida Kahlo
" Were
Xweziyan
Bineqîne ji nav keziyan
Were
Li ser hespekî hêç
Bayê li dû xwe bihêle
Were
Por bike qada reqsê
Li ser govendê bigerîne
Were
Tiliyên xwe bike şûrên şamê
Porê min têl bi têl talan bike
Were
Bila porkura vî bajarî ez bim
Were
|
Gulîzer;
Jîyan, rehîma qelbê der dike. Ji ber wê ye, xemgînîya me jinan çil cara radizê.Taqet ê me hemû caran têrê nake ku em êşên xwe li ber neynikê li şûşeya bîhnxweş ê da bicîh bikin. Lê te bi helbestên xwe destên xwe da qelbê min; ji cihê şikestî . Te min li ber dilê min da dest. Ev a cara yekem bû ku min tazîtîyeke weha şerm nekir.
.
Ji bo têkoşîna te, ez bi te serbilind im.
Tu serê xwe xwar neke, rake. Serkeftin zehftir bi te tê..
.
Min Gulîzer, bi vê pirtûkê ve naskir. Zimanê wê yê nivîsî zelal e. Bi gotineke sade, gelekî baş dest li rastiyê da ye. Carna êş û peyvê wê hev dû hembêz dikin, carna ji hev nefret kirine lê belê bêguman pişta xwe hev dû nezîvirîne. Em li vî nivîskarê xwe xwedî derkevin. Niha, dema ku ew dijî, ne li ser gora wê.
Şev û êş ...
Şev waxtê tarîtiya xwe da te dorpêç dike ,tu tenê bi serê xwe dimînî. Tenê bi serê xwe...
Kî te şevê xilas bike ..?
Şev carna tenê ne bi tarîtiya xwe bi êşa xwe jî tê dora te lê êş xwe nîşanî te dike ku tu hem şevê hem jî rojê fem bikî. Fêmkirina şev û rojê aqasî jiyîna mirova bixwe ye .
Mirov çiqas bijî evqas xwe û dinê fem dike. Jîyana min da şev ciyekî nebaş girti bû lê min dît ku şev tiştê xweş jî dinê pêşiya mirov da . Carna sibehên ku tu gihîştîyê tu dizanî şev aliyê te kirîye. Carna jî şev bixwe miroveke , tu jê hezdikî.
Gulîzer , helbestvaneke jidil e , helbestên ku nivîsiye dest davêje dil ê xwendivan . Helbest carna mirov aş dike , bêhn dide. Lê tu car mirov poşman nake...
Ev pirtûka helbesta , ji êş û şevê dîne ziman. Anîna ziman tenê ziman da namîne , dûbare dikim "dest davêje dilê xwendekar " . Min vê pirtûkê gelek hezkir.
Ji pirtûkê de helbesteke dirêj min danî li vir ;
imgyukle.com/i/O5EqTc
Pirtûkê de jî dibêje ku "xwe hemêz bikin ..." Hemêz kirin tiştekî cudayî ye . Şevê de nemînin lê şeva jî hezbikin.
Şevbaş...
...
Ez şev im
Lal im
Ji bo pir kesan bi tirs im
Çimkî wan bi wan re bi rû bi rû tînim
Çimkî rastiya wan ser çavên wan dixim
Ji ber wê yekê hin kes hez ji min nakin...